Utku Şimşek
14 Mijdar 2025•Rojanekirin: 15 Mijdar 2025
Ji bo eskerên ku di balafira li ser sînorî Azerbeycan-Gurcistanê ket da şehîd bûn, li Fermandariya Qada Asîmanî ya Murtedê ya li Enqereyê merasim hat lidarxistin.
Balafira kargoyê ya eskerî ya bi nemroya teriyê ya 68-1609ê ya cura C-130 ya ser bi Fermandariya Hêzên Asîmanî, 11ê cotmehê li ser sînorî Azerb eycan-Gurcistanê ket xwarê û 20 esker tê da şehîd bûn.
Ji bo şehîdan li Fermandariya Qada Asîmanî ya Murtedê merasim hat lidarxistin.
Di merasimê da sekna rêzgirtinê hat girtin, Qurana Pîroz hat xwendin. Piştra Alîkarê Serokê Karûbarê Diyanetê Hafiz Osman Şahîn ji bo şehîdan due kir.
Piştî xwendina kunyeyên wan termên şehîdan li balafiran hatin siwarkirin û bo memlaketên wan hatin şandin.
Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînûr Ozdemîr Goktaş, parlementer Qedemeya Fermannê ya Hêzên Çekdarên Tirkî, Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn, Fermandarê Hêzêdn Asîmanî yê Azerbeycanê Reşad Mammadov û malbatên eskerên şehîd beşdarî merasimê bûn.