Can Efesoy
05 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2024
Wezareta Karên Derva got ku "Îsraîla ku li Xezeyê komkujî dike û Libnanê îstila kiriye li Şerîaya Rojava ya dagirkirî jî bi awayekî sîstematîk hiqûqa navneteweyî îxlal dike."
Wezaretê der barê êrîşên Îsraîlê yên dijî Tulkerîma bajarê Şerîaya Rojava ya dagirkirî daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "sraîla ku li Xezeyê komkujî dike û Libnanê îstila kiriye li Şerîaya Rojava ya dagirkirî jî bi awayekî sîstematîk hiqûqa navneteweyî îxlal dike."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Xwedê rehma xwe li Filistîniyên ku di êrîşa Îsraîlê ya dijî Tulkerîmê da jiyana xwe ji dest dan bike û hat gotin ku "Her pêngavên Îsraîlê yên ku ji bo tunekirina gelê Filistînê û mafên wan ên meşrê diavêje ji bo aştî û ewlehiya navneteweyî tehdîdeke mezin e."
Di daxuyaniyê da di serî da Neteweyên Yekbûyî bangî hemû saziyên navneteweyî kirin ku êrîşên Îsraîlê yên dijî hiqûqa navneteweyî rawestînin û mafê gelê Filistînê biparêzin.