02 Sibat 2016•Rojanekirin: 03 Sibat 2016
GAZÎANTEP
Fûarên bi navê "Fûara Çandinî, Teknolojiyên Çandiniyê û Heywandariyê ya 7emîn (GAP ÇANDINÎ)" û "Fûara Xurek, Teknolojiyên Xurekê û Ambalajan a 12mîn (GAP FOOD)" ku bi alîkariya Midûriyeta Xurek, Çandinî û Heywandariyê ya Bajêr ya Odeya Pîşesaziyê ya Gazîentabê tên çêkirin wê di 4ê sibatê da vebin.
Li gor daxuyaniya Odeya Pîşesaziyê ya Gazîentabê wê li Gazîentab, Edene, Adiyeman, Enqere, Aydîn, Burdur, Bursa, Hatay, Stenbol, Îzmir, Meraş, Kirklarelî, Konya, Kocaelî, Mêrdîn, Mêrsîn, Sêrt, Şanliurfa û Trabzonê 150 firma standên xwe vekin û makîneyên çandiniyê, traktor û melzemeyên traktorê, makîneyên heywandariyê û xurekên ji bo heywandariyê bidin nasandin.
Fûar wê ji hêla Akort Fûarê va di 4 û 7ê sibatê da were çêkirin.
Midûra Giştî ya Akort Fûarê Gulseren Hulya Akkayayê destnîşan kir ku wê fûar tesîreke baş li aboriyê bike û sektoran pêş bixe.
Akkayayê diyar kir ku fûarên GAP ÇANDINÎ û GAP FOODê zehf balê dikşînin û got ku îsal em hêvî dikin ku 55 hezar kes bên serdana fûaran.