DİYARBAKIR - AZİZ ASLAN
Dêra aîdê Ermeniyan ya bi navê Sûrp Gîragosa li Diyarbekirê piştî 98 salan ji bo taetê hat vekirin û dê li dêra "Muzeya Bajêr" bê vekirin.
Şeredarê Bajarê Mezin yê Diyarbekirê Osman Baydemîr di gel Serokê Weqfa Dêra Ermeniyan a Sûrp Gîragos Ergun Ayik ji bo ku hin beşên bajêr veguherînin muzeyê, protokolek hatibû îmzekirin.
Muzeya ku dê ji aliyê şaredariyê ve bê amadekirin ji ziyareta gel re dê bê vekirin.
Serokê Weqfa Dêra Ermeniyan a Sûrp Gîragos Ergun Ayik, ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku dêra Sûrpê ya li Diyarbekirê ji dêrên herî mezin a li Rojhilata Navîn e. Ayik got ku dêr hetanî berî 3 salan jî kavil bû, hat restorekirin û ji taetê re hat vekirin.
- Nameyên Ermeniyên ku li Lîcê dijîn jî hene
Ayik diyar kir ku gelek berhemên aîdê Ermeniyan wenda bûne, yek ji berhemên mayî ew e ku nameyên malbatên ku di sala 1913an de li navçeya Lîcê ya Diyarbekirê jiyane ji hev du re şandine.
Ayik da zanîn ku di sedsala dawîn de berhemên tarîxî di nav malbatan de belav bûne û got: "Ji bo pêşangehê niha em wan berhemên tarîxî kom dikin. Ji ber ku organîzasyoneke wiha berê nehatiye kirin, hin mirov bi şik û guman tevdigerin. Lê em hêdî hêdî kom dikin. Niha me gelek amûrên mitbexê, kincên berê, amûrên muzîkê, hunerên dest û belgeyên girîng dan hev. Zêdetir giringiyê didin belgeyan. Lewra ew belge ji bo dîroka Ermeniyan xwediyê cihekî taybet in. Ji welêt û derveyî welêt me gelek berhem dan hev. Di nav berhemên pêşangehê de taseke himamê ya di sala 1907an de hatiye çêkirin û li ser nivîsên Ermenîkî hene. Em ê van berhem û belgeyan di muzeyê de pêşkêş bikin."
- Berhemên ku hatin berhevkirin li Stenbolê ne
Ayik diyar kir berhemên ku hatine komkirin niha li Stenbolê ne. Piştî zanyar li ser lêkolîna xwe biqedînin ji bo pêşkêşkirinê dê berhema bînin Muzeya Bajêr a Diyarbekirê.
- Dîroka dêrê
Dêra Ermeniyan ya bi navê Surp Gragos a Diyarbekirê di sala 1376an de hat avakirin. Dêra ku li taxa Fatîhpaşayê ya navçeya Sûrê di 27ê gulana 1376an de hat avakirin ji aliyê Ermeniyan ve hetanî Qanûna Tehcîrê hat bikaranîn. Birca naqosa dêrê di sala 1915an de bi topa hat wêrankirin.
Dêr ji aliyê Almanan ve di yekemîn Şerê Cîhanê de wek baregeh hat bikaranîn û dû re jî wek embara pembû ya Sumerbankê hat bikaranîn. Dêr di sala 1960an de dîsa ji bo îbadetê hat vekirin. Lê dêr piştî koça Ermeniyan a sala 1980yan bi tevahî hat terkkirin.
Ji ber tunebûna cemaetê di dêrê de bi salan îbadet nehat kirin. Di vê navboriyê de dêr, hat talankirin û ji ber bêxwedîtiyê hin beşên wê wêran bûn. Dêra ku piştî sala 1990an bi tevahî wêran bû ji aliyê Şarederiya Bajarê Mezin yê Diyarbekirê ve hat restorekirin.
Naqoseke 100 kîloyî di şûna ya berê de bi taybetî li Moskovayê hat çêkirin û piştî 97 salan cara ewil naqosa dêrê hat lêdan.