DÎYARBAKIR
Li dêra ermeniyan Surp Gîragosa li Diyarbekirê, ya ku wek dêra herî mezin a Rojhilata Navîn tê qebûlkirin ji ber ku keşîş tune her tim îbadet nayê kirin.
Weqfa Surp Giragos serî li Patrîkhaneya Ermeniyan xist ku ji bo dêra ku piştî 32 salan ji bo îbadetê hat vekirin û piştî 98 salan dengê zengilê hat bihîstin keşîşek bê wezîfedarkirin.
Ermeniyên xrîstyan yên ku li Diyarbekirê dijîn di sala 1377an de ev dêr dan çêkirin. Dêra li navçeya Sûrê ya ku di sala 1881an de bi şewateke mezin şewitî di sala 1883an de ji nû ve hat avakirin.
Dêr di Şerê Dinyayê ya Yekem de bibû cih û warê artêşa almanan û di sala 1960an de ji nû ve ji bo îbadetê hat vekirin. Piştî sala 1980an ji ber ku ermeniyan koç kirin dêr jî nehat xebitandin.
Weqfa Dêra Ermeniyan a Surp Giragosê û Şaredariya Mezin a Diyarbekirê 3 sal ewil dêr nû kirin û ji bo îbadetê vekirin.