DÎYARBAKIR
Li Dêra Ermeniyan a Sûrp Giragosê ya dîrokî ya li Diyarbekirê ayêna "Navê Dêrê" hat lidarxistin.
Ji aliyê Ermeniyan ve her sal li ser navên dêran ayîn tên çêkirin. Ayîn îsal li dêra Surp Giragosê ya ku di sala 1377an de li Diyarbekirê hat avakirin de hat lidarxistin. Ayîna ku ji aliyê Berpisiyarê Têkiliyên Navbera Dînan Epîskopos Sahak Maşalyan ve hat birêvebirin, bi beşdarbûna Cîgirê Patrîkiya Giştî ya Ermeniyên Tirkiyê Serpîskopos Aram Ateşyan, Ermeniyên welêt û derveyî welêt hat kirin.
Ayîn, di dêra ku ji aliyê Weqfa Dêra Ermeniyan a Biçûk a Sûrp Gîragos û Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ve hat restorekirin de, hat kirin. Serokê Şaredariya Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr, duyemîn konsolosê DYAyê yê Adanayê James Mîchael Saxton Rûîz û Seroka Şaredariya Baglarê Yuksel Baran jî ayînê temaşe kir.
Baydemîr pirsên nûçegihanan bersivand û daxuyand: "Şikir ku li bajarê me yê qedîm ê 8 hezar sal e ku bênavber jiyan dewam dike, careke din dengê naqos û banga melayan tevlihev bû. Dîsa mirovên xwediyê baweriyên cuda ji hev re hurmet girtin."
Baydemîr da zanîn ku 97 sal berê li dêra Sûrp Giragosa Diyarbekirê resîtalên pîyanoyê dihatin dayîn. Ev jî nîşaneya geşedaneke bêhempa ye.
Baydemîr dest nîşan kir: "Ev bajêr çiqas yê me be ew qas yê birayên min ên Ermenî ne jî. Ev bajar çi qas aîdê birayên min ên misilman be ew qas aîdê birayê min ê Xaçparêz, Elewî, Ermenî, Êzidî û Suryanî ye jî."
Baydemîr diyar kir ku ji bo aştî û aramiyê dia kirin û wiha got: "Dê îro li Mizgefta Mezin (Ûlû Camiyê) ji bo aştiyê dia bên kirin. Bawer dikim ku îro li hemû mal, avahî û dilan de hawara aştî û aramiyê dê olan bide. Divê îro ji bo aştiyê gel bi hev re tevbigere û bi vî awayî gav bê avêtin. Mixabin aştî jixweber pêk nayê. Divê hewildaneke yekpare bê kirin. Divê çi dikeve ser milê kê bike. Li ser vê erdnîgariyê careke din ciwanên me divê can nedin. Xwîn neyê rêtin. Ji bo vê yekê divê biwêrekî, bibiryarî û di heman demê de bi wijdan em tevbigerin. Divê em mafên gelan rapêç nekin. Me mafê kî binpê kiribe divê em mafên wan radestê wan bikin. Lewra aştî tenê bi edeletê çêdibe, edelet tune be aştî jî tuneye. Aştî bi azadiyê jî tê parastin."
Arteşyan diyar kir ku li dêra dîrokî nêzikî 25 sal e bibû xerabe û piştî 100 salî dêr hat restorekirin û ayîn hat kirin.
Arteşyan bi bîr xist ku ev ayîna sêyemîn e. Sala ewil bi hezaran berendamên hecî ji welêt û derveyî welêt beşdarî ayînê bûn û got: "Lê belê îsal hejmar kêm bû. Ji derveyî welêt hatin zor e, aborî dibe sedema astengiyan. Ayînên balkêş, êdî ji ber ku her sal tên lidarxistin necazîb in. Lê welatiyê Ermenî yên Diyarbekirê beşdarî ayînan dibin. Ev yek me dilşad û bextewar dike. Em di ayinê de ji bo aştî û aramiyê diayan dikin. Em bi hev re bêcudakariya ol, netew, mezheb wek bira li ser vê erdnigariyê bijîn."
Ataşyan li ser pirsa "Gelo we ji bo Sûriyê jî dia kir?" got ku, me ji bo hemû bûyerên xemgîn, aramî û giyanê hemû kesan dia kir.
Ateşyan pirsa der barê pêvajoyê de jî bersivand û got: "Di serî de aramî. Bila dayik negirîn. Leşker û welatiyên me nemirin. Ev ji xwe qezenceke mezin e. Hêvî dikim ku ev pêvajoya aştiyê bigihêje asta aştiyê. Li vî welatî Tirk, Kurd, Xaçparêz, Elewî bi aramî bijîn."