Fatih Gazioğlu
27 Tebax 2019•Rojanekirin: 09 Îlon 2019
Selahatttîn Cîhanê 70 salî li dikana xwe bi maketan şiklê berhemên dîrokî yên navdar çêdike.
Selahattîn Cîhanê xaziyê Kibrisê û li Batmanê xwediyê dikaneke 20 mêtroqareyî ye. Cîhan serê sibê Qûrana Pîroz dixwîne û bi diayan dest bi karê xwe dike. Cîhan li dikana xwe bi cesê maketên berhemên dîrokî yên navdar çêdike.
Cîhan di çêkirina maketan da ji bilî cesê melzemeyê foreks, strafor, kompozît, kefik, polyester û polîuretanê jî bikartîne.
Cîhan heta niha ji maketa Mescîd-î Heram, Qubet'us-Sehra, Anitkabîr, Birca Galatayê, Birca Keçikê, Heskîfa dîrokî, Tirbeya Zeynel Begê, Mizgefta Er-Rizik, Hemama Artukluyê, Mizgefta Koçê, Kelha Heskîfê bigire û heta Pira Romayê maketên gelek berhemên dîrokî çêkirin.
Selahattîn Cîhan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew karê xwe bi kêfeke mezin dike û wiha axivî: "Ez bi saya vî karî debara mala xwe dikim. Bihayê maketên min di navbera 10 lîre û 20 hezarî da diguhere. Piştî ez teqawîd bûm min nexwest vala bimînim. Piştî 5 salan min biryar da ku ez ê vî karî bikim. Ez serê sibê têm karê xwe û heta evarê saet 18.00ê dixebitim. Ez ji karê xwe gelekî hez dikim."
Cîhan got ku wî heta niha bi sedan maketên berhemên dîrokî çêkirine û xeyala wî ya herî mezin ew e ku li Kuliyeya Serokomariyê pêşangehekê veke.