Boxeyên ku dê êvarê derkevin pêşberî matadoran di rêyeke 850 mêtroyî de beziyan. Kesên ku ji bo mihrîcanê hatibûn jî dan dû boxeyan û boxe xistin hundirê arenayê. Li gor berê ev bez hêsantir derbas bû, lewra beza boxeyan 2 deqîqe û 25 sanîye dewam kir. Li gor agahiyên Xaça Sor dema boxe xistin arenayê, 3 kes birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. Ji ber ku boxeyek seqet bû jî 5 boxe beşdarî bezê bûn.
Di vê navberê de welatiyekî îngiliz ji ber ku guh neda qanûna nû û xeta sor derbas bû 200 avro ceza hilda. Bi vî awayî di San Fermînê de ew bû kesê yekem ê ku di dîrokê de cezayê pereyan xwar.