Önder Beyter
01 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2019
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara hilweşandin dêrê da, ku bi destê Sirpan di baxçeyê pîra Boşnaq Fata Orlovica ku li Bosna Hersekê dijî da bêdestûr hatiye çêkirin.
Orlovica 77 salî bi salan e ji bo ku dêra di baxçeya wê da were hilweşandin, têkoşîna hiqûqê dide û herwiha di doza ku Orlovicê li dijî Bosna Hersekê vekiribû da biryar derket.
Dadgeha ku heq da Orlovicê, biryara hilweşandina wê dêra Ortodoksan da, ku bêdestûr li hewşa mala wê ya ku di şerê navxweyî (1992-1995) da bi neçarî terikandibû, hatiye çêkirin.
Di daxuyaniya dadgehê da hat desnîşankirin ku hilweşandina dêrê di berpirsiyariya dewleta Bosna Hersekê da ye û herwiha divê biryar di nava sê mehan da were cîbicîkirin.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku dêr, bêdestûr hatiye çêkirin û herwisa ew yek hat bibîrxistin ku der heqê avakirina vê avahiyê da xwediyên malê nehatine agahdarkirin û piştî şer gava xwediyên malê vegeriyan, ev dêr di hewşa xwe da dîtin.
- Têkoşîna hiqûqê ya pîra Boşnaq
Fata Orlovicê berî şer li Konjevic Poljeya nêzîkî Srebrenitsayê bi mêrê xwe û 7 zarokên xwe ra dijiya. Di şer da tevî mêrê wê Sacir, 22 eqrebayên Orlovicê hatin kuştin.
Orlovica ku wekî penaber li herêmên cuda yên welêt ma, gotina zarokên xwe yên li Amerîkayê nekir û ciyê ku lê hatiye dinyayê neterikand. Herwiha Orlovicê sala 1999an vegeriya gundê ku berî şer lê dijiya.
Orlovicê piştî ku vegeriya, dît ku li hewşa mala wê dêr hatiye çêkirin. Li ser vê yekê, wê dest bi têkoşîna hiqûqê kir da ku ev dêra ku bêdestûr hatiye çêkirin were hilweşandin.
Pîra Boşnaq ji bo ku dêr neyê hilweşandin, pereyê ku pêşniyazê wê kirin jî red kir û di têkoşîna xwe ya hiqûqê ku 11 salan ajot da jî sala 2010an bi ser ket. Lêbelê biryara dadgehê nehat cîbicîkirin.
Ligel ku Dadgeha Bijeljinayê biryara hilweşandina dêrê da, lê Dadgeha Bilind a Komara Sirp (RS) biryar rawestandibû.