21 Adar 2017•Rojanekirin: 21 Adar 2017
WASHINGTON
Serokê Buroya Lêpirsînê ya Federal a DYAyê (FBI) James Comey got ku wan der heqê îdiaya Rûsyayê mudaxeleyî hilbijartina serokatiyê ya li Emrîkayê kiriye û peywendiya wê bi kampanyaya Serok Donald Trump heye de, lêpirsîn da destpêkirin.
Comey û Dîrektorê Ajansa Ewlehiyê ya Navneteweyî (NSA) Michael Rogers, di rûniştina bi serenavê "Mudaxeleya Rûsyayê ya hilbijartinan" a li Komîteya Îstîxbaratê ya Meclisa Nûneran a Emrîkayê hat kirin bû û li vir pirsên endamên komîteyê bersivandin.
Comey îfade kir ku FBIyê ne der heqê lêpirsînên ku kirine ne jî yên ku nekirine de agahî parve nekiriye.
Comey got: "FBI, niha peywendiya hikûmeta Rûsyayê û hilbijartinên Serokatiyê yên 2016an li Emrîkayê hatin kirin lêkolîn dike."
Dîrektorê Ajansa Ewlehiyê ya Navneteweyî (NSA) Michael Rogers jî wiha got:
"Heke mudaxeleyeke wiha hebe, ew ê di hilbijartinên 2020î de jî ji bo vê hewl bidin. Em ê tu carî destûrê nedin."