Nihat Kavşut
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
LAHEY
Riyad el-Malikiyê Wezîrê Karên Derva yê Filistînê dosyeya der heqê qetlîamên Îsraîlê da teslimî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) kir.
Malikî piştî ku dosye teslim kir daxuyaniya çapemeniyê da.
Riyad el-Malikî destnîşan kir ku îro hê jî Filistînî bi sûcên sîstematîk ra rû bi rû ne û got seba ku ji xelkê Filistînê ra edalet çêbe me gaveke dîrokî avêt û wiha dewam kir: "Me bi dosyeya ku pêşkêşî Fatou Bensoudaya Serdozgera UCMyê kir xwest ku demildest lêkolîn bê kirin. Di dosyeyê da ji bona sûcên hatine kirin têra xwe delîl hene. Me ji bona xelkê Filistînê gaveke wiha avêtî lewra Îsraîl ji ber sûcên dike nayê cezakirin."
Malikî diyar kir ku divê berpirsyar bên cezakirin û wiha got: "Di dosyeyê da hemû sûcên ku li ser ax û nav sînorên Filistînê hatine kirin hene. Qudsa Rojhilat û Xeta Xezeyê jî di nav da ne. Bi taybetî ji bona êrîşên dijî Meşa Vegera Mezin delîl hene. Em naxwazin ev bêedaletî bibe pêşeroja Filistînê."
Piştî ku Amerîkayê balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bar kir û bir Qudsê protesto hatin kirin û eskerên Îsraîlê gule berdan ser xwepêşandaran. Di bûyeran da 62 Filistînî hatibûn kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûbûn.