İbrahim Atmaca
16 Nîsan 2018•Rojanekirin: 17 Nîsan 2018
NEW YORK
Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Amerîkayê Nikki Haleyê got: "Heya ku em li Sûriyeyê di sê tiştan da serkeftî nebin, em jê dernayên. Di serî da em nikarin ku bihêlin çeka kîmyayî were bikaranîn û em ê ji bo vê têkoşînê bidin. Divê DEAŞ bi temamî were têkbirin û wek hedefa sêyemîn divê em emîn bibin ku Îran hakimê herêmê nîne."
Haleyê di têlevîzyona CBSê ya Amerîkayê da pirsên li ser rojevê bersivandin.
Haleyê diyar kir ku Amerîka wê li Sûriyeyê bi rejimê ra di halê hazir da teqez rasterast hevdîtinê neke û li ser Sûriyeyê hebûna eskerên Amerîkayê jî wiha got: "Armanc ew e ku yekîneyên Amerîkayê vegerin malê, lê heya ku em li Sûriyeyê di sê tiştan da serkeftî nebin, em ê dernekevin. Di serî da em nikarin ku çeka kîmyayî were bikaranîn û em ê ji bo vê têkoşînê bidin. Divê DEAŞ bi temamî were têkbirin û wek hedefa sêyemîn divê em emîn bibin ku Îran hakimê herêmê nîne."
- Ji bo Rûsyayê tengavkirinên nû
Haley li ser têkiliyên Amerîka û Rûsyayê jî sekinî û ragihand, ew ê ji bo şirketên Ûris ku li Sûriyeyê ji bo peydakirin û çêkirina çeka kîmyayî alîkariyê didin rejimê tengavên nû bisepînin. Haleyê wiha got: "Ji bo Rûsyayê tengavkirin tên. Wezîrê Xezîneyê Mnuchin wê duşemê van tengavkirinan eşkere bike. Tengavkirin rasterast wê li ser şirketên ku alîkariya çeka kîmyayî didin Esed werin sepandin."