Haydar Şahin
07 Gulan 2020•Rojanekirin: 08 Gulan 2020
Li Rûsyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû ketin gihîşte 177 hezar û 160î û Rûsya di hejmara nexweşan da derbasî pêşiya Fransa û Almanyayê bû.
Di daxuyaniya Navenda Pêşîlêbirîn û Kontrola Enfeksiyona Vîrusa Koronayê ya Rûsyayê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 11 hezar û 231 kes bi Kovîd-19 ketin û hejmara nexweşan derkete 177 hezar û 160 kesî.
Li welêt hejmara miriyan 88 zêde bû û derkete 1625 kesan, hejmara kesên rind bûn jî 2 hezar û 476 zêde bû û derkete 23 hezar û 803yan.
Di van rojên dawîn da li Rûsyayê di rojê da ji 10 hezarî kêmtir waqie nayên tesbîtkirin û Rûsya ji hêla hejmara nexweşan va piştî Amerîka, Îspanya, Îtalya û Îngiltereyê di rêza 5an da cî digre.
Hat ragihandin ku ji sedî 48,7ê nexweşên teze da semptom nayên dîtin.
- Li Moskovayê hejmara waqieyan ji 92 hezarî derbas bû
Nexweşî herî zêde li Moskovaya paytext belav bû hejmara nexweşan 6 hezar û 703 zêde bû û derkete 92 hezar û 676 kesan ûhejmara miriyan 39 zêde bû û derkete 905 kesan.
Hetanî nika li Moskovayê 9 hezar û 227 kes rind bûn.