İbrahim Atmaca
15 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2019
TUNUS
Serokê Meclisa Şêwrê ya Hereketa Nehdayê Ebdulkerîm el-Harûnî diyar kir, her çend hin astengî derkevin pêşiyê jî şoreşa Tûnisê di pêvajoya derbasbûnê da serkeftî bû.
Bi sedan mensûbê Hereketa Nehdayê li ser kolana Hebîb Burgîbayê ya li paytext Tûnisê civiya û salvegera 8em a têkbirina rêvebiriya Zeynel Abidîn bîn Elî pîroz kir. Têkbirina rêvebiriyê bi pêvajoya Bihara Ereban a ku di 14ê rêbendana 2011an da dest pê kir va pêk hat.
Harûnî li vê derê axivî û got ku digel hin astengiyan şoreşa Tûnisê di pêvajoya derbasbûnê da serkeftî bû û wiha dewam kir, "Digel şert û mercên aborî û civakî yên ku xerab bûn va Tûnis ji bo îstiqrara her qadê di rêya rast da ye."
Harûnî dubare kir ku partiya wî "ji bo ku têkeve bin barê giran ê aboriyê û pirsgirêkan û derbasî pêşketinê bibe" bang kir ku hemû hêzên siyasî û civakî yên welêt werin bal hev.