Önder Beyter
20 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
ANKARA
Li Zîmbabweyê piştî midaxaleya leşkerî ya hefteya borî, qeyrana siyasî berdewam e.
Hejmarek zêde tankên ku di 14ê mijdarê da berê xwe dan paytext Harareyê bûn sedema bilêvkirina îdiayên derbeyê.
Lê artêşa Zîmbabweyê îdiayên "derbeyê" yên ji ber liv û tevgera leşkerî red kir û ragihand ku îdia derew in.
Di danezana leşkerî ya ku li ser şaşeya televizyona dewletê ZBCê hat xwendin da wiha hat destnîşankirin, "Ev ne derbeyek e. Serok Mûgabe û malbata wî di ewlehiyê da ne."
Berpirsên artêşê rojek şûnda daxuyandin ku Serokê Dewletê Mûgabe û jina wî hatin binçavkirin û herwiha wan ji bo qefaltina "sûcdarên" li dora Mûgabe dest bi vê hemleyê kir.
Artêşa Zîmbabweyê ji bo ku dest ji peywirê bikişîne, di êvara 16ê mijdarê da ligel Mûgabe hevdîtin kir.
Sibeha rojtira din di daxuyaniya artêşê ya li ser pelên rojnameya dewletê "The Herald"ê da hat destnîşankirin ku gelek sûcdar hatin cudakdirin û heta niha gelek kes hatin binçavkirin.
Mûgabe jî 3 roj piştî midaxaleya leşkerî derket pêşiya gel û li paytext Harareyê li Zanîngeha Zîmbabwe Openê beşdarî merasîma mezûniyetê bû.
Di 19ê mijdarê da Alîkarê Serokê Dewletê yê berê Emmerson Mnangagwa yê ku Mûgabe ew ji wezîfeyê dûr xistibû, kirin serokê partiya deshelat ZANU-PFyê.
Komîteya partiyê li ser medyaya civakî ragihand ku ewê di nava çend hefteyan da kongreya awarte pêk bînin.