19 Nîsan 2017•Rojanekirin: 19 Nîsan 2017
WASHINGTON
Serokê DYAyê Donald Trump ji bo bernameya vîzeyê ya H-1B ku destûrê dide karkerên biwesf ên biyanî li DYAyê bixebitin, ji nû ve bê kontrolkirin, biryarname derxist.
Trump biryarnameya bi navê "Malê Amerîkayê bikire, karkerên Amerîkayê bide xebatê" li bernameya fabrîqeyeke li Wisconsinê îmze kir.
Trump ragihand ku biryarnameya der barê kesên bigrin Kamûyê û bernameya vîzeyê ya H-1B, ji bo Amerîkayê îmze kir û got: "Bi vî awayî bikaraanîna berhemên DYAyê dê zêde bibe û di sektors kar de jî wê welatiyên Amerîkayê bên tercihkirin."
Her wiha di biryarnameyê da Wezareta Ewlehiya Hundir, Wezareta Karên Derve û Xebatê hatin wezîfedarkirin ku mafên karkerên biyanî li gorî mafên karkerên Amerîkayê biparêzin.
Pisporan ragihand ku her sal 85 hezar karkerên biwesf ên biyanî tên DYAyê. Heke bernameya H-1B bê sînordarkirin di serî de di sekorên teknolojî û tenduristiyê de wê di gelek sektoran da pirsgirêk çêbin.