İbrahim Atmaca
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
ÎDLIB
Li ser bûyera ku rejima Beşar Esed li Xan Şêxûnê bi çeka kîmyayî va ji 100î zêdetir sivîl kuştin ra salek derbas bû. Şêniyên bajêr bûyerê ji bîr nakin, ji bo kesên mirî li ber xwe dikevin û li benda roja ku rejimê were cezakirin sekinîne.
Şêniyên Xan Şêxûnê yên ku piştî komkujiyê jî bûn hedefa gelek êrîşên esmanî, daxuyanî dan nûçegihanê AAyê.
Ebdulhemîd Ûsivê ku hema bêje hemû malbata wî di komkujiyê da mirin got ku ji bilî jin û zarokên wî yên cêwî ji malbata wî 16 kesên din jî mirin.
Ûsiv got, "Ji wê rojê vir va ez kul û kedera miriyên xwe dikşînim." û diyar kir ku ew li benda darizandina rejimê ye.
Ûsiv wiha got:
"Ew roj çar êrîşên esmanî hatin kirin. Yek jê bombeyeke ku madeya kîmyayî lê barkirî bû. Min piştî êrîşê karibû jina xwe, zarokên xwe û çar zarokên cînarê xwe ji malê derxim. 100 mêtre şûnda kef li ser devê wan ket û ketin xwarê. Paşê ez çûm mala bavê xwe û min dît ku kekê min, jina wî û kurê wî, birayê min, xarziya min û gelek eqrebayên min mirine. Weke roja qiyameteke piçûk bû.
Mubaşar Mihemedê wezîfedarê mala çavdêriya balafiran a mixalifan jî wiha got: "Balafira şer a tîpa SU 21ê bi koda Quds 1ê di saet 06.20î da ji balafirgeha Şayratê rabû. Balafir ber bi başûr va hat (ber bi Xan Şêxûnê) û êrîşa esmanî kir."
Ebdulraûf Qantarê ku ji AAyê ra xizmeta nûçegihaniya serbest dikir û yek ji wan kesên ku piştî êrîşa çeka kîmyayî jehrî bû jî got ku dora saet 08.00î agahî hat ku li Xan Şêxûnê komkujî çêbû û ew li ser vê agahiyê çû herêmê.
Qantar got, "Rejima Esd carekê jî li herêma Cebel ez Zawiyeya Îdlibê xaza klorê avêtibû. Lê bandora wê tunebû. Ez fikirîm û min got ku êrîşa li Xan Şêxûnê jî wek wê ye û ez çûm."
Mîsyona lêpirsîna hevpar Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (JIM) di 27ê cotmeha 2017an da raporek amade kir û rejim ji ber komkujiya çeka kîmyayî ya 4ê nîsana 2017an a Xan Şêxûnê ku tê da herî kêm 100 sivîl mirin, berpirsyar dîtibû û rapor radestî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kiribû.
Biryara JIMê bi tena serê xwe têrê nake ku berpirsyarên komkujiyê di Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî da werin darizandin. Ji ber ku Sûriye endamê Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî nîne, divê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî rejimê sewqî Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî bike. Li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hê tu gaveke wiha nehatiye avêtin û ji aliyekî din va jî rejima Esed hê çeka kîmyayî bi kar tîne.
Rejima Esed herî dawîn di 19ê adara 2018an da li Dûmaya navçeya Xûtaya Rojhilat êrîşa kîmyayî ya ku tê da xaza klorê hebû, kiribû.