MARDÎN
Li Mêrdînê ji ber ku bûk û zavayên dizewicin wêneyên xwe yên dewatê li cihên dîrokî dikşînin, kuçeyên bajêr wek studyoyeke xwezayî tên bikaranîn.
Cihên dîrokî yên Mêrdînê êdî ji bo bûk û zavayên dizewicin ji bo wêne kişandinê tên bikaranîn.
Midûrê Turîzm û Çandê yê Bajarê Mêrdînê Alaaddîn Aydin ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di 6 mehên ewil ên salê qasî 200 hezarî turîst tên bajêr û wiha axivî:
"Ev jî nîşan dide ku îsal 400 hezarî zêdetir turîst dê bên. Îsal li gor par di 6 mehên ewil de ji sedî 23 hejmar zêde bû. Heke em turîstên rojane jî hesab bikin ev hejmar digîhîje milyonekî."
"Bajêr ji bo wênekêş û wênesazan cihekî balkêş e"
Aydin destnîşan kir ku mêvanên ku tên bajêr hez dikin û yên ku nû dizewicin jî li cihên dîrokî wêne û dîmenan dikşînin. Aydin wiha got:
"Buk û zava êdî naçin studyoyan. Şûna vê li ber malên ji kevir hatine çêkirine, medrese û dêran wêneyên xwe yên dewatê dikşînin. Buk û zavayên ku ji navçeyên der û dor jî tên li vir wêneyên xwe dikşînin. Mêrdîn wek platoyeke fîlman a xwezayî ye û ji bo wênekêş û wênesazan cihekî balkêş e."
Wênekêş Mehmet Çelîk jî wiha got: "Buk û zava şûna ku li ber dîmeneke ne rastîn wêneyên xwe bikşînin li ber cihên dîrokî wêneyên xwe dikşînin. Herî zêde li ber Medreseya Kasimiyeyê, Medreseya Zinciriyeyê, Avahiyê PTTyê û Dêra Kirklarê wêneyên xwe didin kişandin."
Buk û zavayên ku wêneyên xwe li bajêr didin kişandin jî gotin ku ev cihên dîrokî ji bo wan pir xweş in û ew dixwazin wêneyên xwe bi van cihan ve bixemilînin.