İbrahim Atmaca
19 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2018
BATMAN
Li Batmanê piştî ku baran zêde barî xêr û bereketa kariyên dêmî jî zêde bû û gundî pê kêfxweş bûn.
Şêniyên gundê Kuyubaşiya li ser navendê gotin ku piştî çend salan baran îsal zû barî û xêr û bereket kete kariyan û karî zêde bûn.
Gundiyan got ku tehma kariyên dêmî ji yên ku meriv datîne xweştir e û diyar kirin ku ew serê sibehê diçin kariyan berhev dikin û wan kariyan dixin xurek û dixwin.
Samiye Başaranê got ku ew rojê 10-15 kîlo karî berhev dikin û wiha dewam kir, "Em kariyan dişûn û dixin nav xurekan û dixwin. Xurekên kariyan diguherin. Hinek bi goşt û pîvaz çêdikin, lê ez tiştekî naxim navê. Ev karî ji yên ku meriv datîne xweştir in."
Semra Beycayê jî diyar kir ku hinek karî bijehr in, kesên ku ji kariyan fêm nakin divê kariyan berhev nekin û wiha dewam kir, "Ev li siruştê dêmî hêşîn dibin. Em bi malbatî berhev dikin. Em yên bijehr û yên bêjehr ji hev derdixin û nas dikin."