18 Nîsan 2016•Rojanekirin: 19 Nîsan 2016
Alîkarê Serokwezîar û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş der heqê operasyonên li dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz da got: "Ev têkoşîn wê heta dawiyê dewam bike. Înşallah ev têkoşîn wê bi xîreta milletê me, bi xîreta hêzên me yên ewlehiyê va bi serkeftî dawî bibe."
(Der barê Rapora Pêşveçûna Tirkiyeyê ya 2015an a ku di Parlementoya Ewropayê de hatiye qebûlkirin de) Ev rapor bi taybetî ji hêla bûyerên 1915an ve ne raporeke ku Tirkiye bikaribe qebûl bike ye. Ev rapor ji vê hêlê ve wê îadeyê Yekîtiya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê bê kirin. Ev rapor nikare ku ji hêla Tirkiyeyê ve bê qebûlkirin. Paşveşandina vê raporê ya Parlamentoya Ewropayê nayê wê meneyê ku têkiliyên Tirkiye û Parlamentoya Ewropayê qût dibin."
"Biryara 1ê gulanê di destê Walîtiya Stenbolê da ye. Lê wisa dixûyê ku li Taksîmê çalakiyên 1ê gulanê îsal ne mimkûn e û îhtimaleke mezin Walîtiya Stenbolê wê ji bo merasiman meydana Yenîkapi an jî Maltepeyê destûrê bide mirov û rêxistinan."
"Heke ku em bixwazin pirsgirêkên xwe çareser bikin, cihê çareseriyê TBMM ye, qada siyasetê ye. Tirkiye qîmetê dide fikrên 78 milyon welatiyên xwe, guh dide fikrên wan û bi siyasetê ve çareseriyê dibîne. Lê vê dema ku li hember terorê evqas ked tê dayîn ku tekoşîn bê kirin, bila tu kes bendê nemîne ku bi rêxistina terorê re car din muzakere bê kirin."
"Ev têkoşînê heya dawiyê bidome. Ev têkoşîn înşallah bi xîreta miletê me, bi xîreta hêzên me yên ewlekariyê û bi hewla me hemûyan dê bigehîje serî."