19 Nîsan 2017•Rojanekirin: 20 Nîsan 2017
HESEKE/ANKARA
PYD/PKKya rêxistina terorê li bakurê Sûriyeyê bona astengkirina xebatên komele û partiyên siyasî yên kurdên mixalif ofîsên wan digire.
Encumena Siyasî ya Kurdî Li Sûriyê (ENKS) piştî meh û nîvekê ofîsa xwe ya li Qamişloyê vekir û di heman rojê da ofîs cardin hat mohrkirin.
PYD/PKKya dixwaze kurdên mixalif ji holê rake wek hincet jî dibêje "divê destûr bê hildan."
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên li Hesekeyê hilda, li bakurê Sûriyeyê ji destpêka meha borî heta niha 54 ofîsên komele û partiyên siyasî yên kurdên mixalif bi destê PYD/PKKyê hatine girtin.
Li gor agahiyan ji 54 ofîsên hatin girtin 14 ofîs rasterast yên ENKSyê bûn û 26 ofîsên din jî yên komele û partiyên siyasî yên di bin banê ENKSyê da bûn.
14 ofêsên ku PYK/PKKya rêxistina terorê kilît deriyên wan xistine jî yên komel û partiyên kurdan ên cuda ne.
Rêxistina terorê xebatên 12 ofêsên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDK-S) ya ku girêdayî ENKSê ye, 6 ofêsên Partiya Yekîtiya Kurdan a Sûriyeyê (Yekîtî), ofêseke Partiya Reformê û ofêseke Partiya Wekheviyê da sekinandin.
2 ofêsên Tevgera Ciwanên Kurd a girêdayî ENKSê, ofêseke Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Sûriyeyê û ofêseke Yekîtiya Demokratîk a Xwendekaran a Sûriyeyê hatin girtin.
PYD/PKKya rêxistina terorê ji 4ê adarê vir da çend caran êrîşî ofêsên PDK-Sê û Yekîtiyê yên li Hesekeyê û Kobanê û Efrîna navçeyên Helebê kiribû.
Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn, Navenda Civaka Sivîl û Resûleynê, Komeleya Kolîşînayê û du ofêsên Rêxistina Demokratîk a Asûriyan di nav komeleyên ku bi destê PYD/PKKê hatin girtin da ne.
- "Rasterast emrê Qendîlê ye"
Nûnerê ENKSyê yê Herêma Kurdistanê Xalid Elî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku PYD/PKK dezgehên ku wekî mixalifê xwe dibîne, ji holê radike û ev yek jî "rasterast emrê Qendîlê ye".
Elî wiha xeberda, "Sedemê sereke yê bi destê PYDyê girtina ofîsên me ew e ku hêzên Pêşmergeyên girîdayî ENKSyê li herêma Şengalê ku li ser sînorê Iraqê ye, zêde û bihêz bûn."
- Ofîsa vebûyî cardin girtin
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji çavkaniyên li Qamişloyê wergirt, ofîsa ENKSyê ya ku duhê li navçeyê hat vekirin, çend saet şûnda PYD/PKKyiyan avêtin ser. Milîtanan li endamê komîteya herêmî ya PDK-Syê Azad Ebdurrehman dan û ew tewqûf kirin û herwiha mohr li deriyê ofîsê dan.
Rayedarê ENKSyê Elî di daxuyaniya xwe ya ku duhê dabû AAyê da wiha gotibû, "Ji bo fealiyetê emê tu wextî ji wan (PYD) îzin nestînin. Digel her cure zextî me duhê ofîsa ENKSyê ya li Qamişloyê vekir."