24 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2015
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Mijara Sûriyeyê di civaka navneteweyî da her ku diçe derdikeve pêş. Herêma ji terorê hatiye paqijkirin, ya ku ji bo firînê hatiye qedexekirin hewcedariya sepandina perwerdekirinê ku Tirkiye ji serê ser da diparêze êdî baş tê fehmkirin; lê derd tiştekî din e. Derdê wan perçekirina Tirkiyeyê ye."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Gazîentabê li Zanîngeha Hasan Kalyoncu axivî.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser mijara Sûriyeyê û wiha got: "Mijara Sûriyeyê di civaka navneteweyî da her ku diçe derdikeve pêş. Herêma ji terorê hatiye paqijkirin, ya ku ji bo firînê hatiye qedexekirin hewcedariya sepandina perwerdekirinê ku Tirkiye ji serê ser da diparêze êdî baş tê fehmkirin; lê derd tiştekî din e. Derdê wan perçekirina Tirkiyeyê ye. Niha ev welatê hanê bi Sûriyeyê ra 911 kîlomêtro û li aliyê din bi Iraqê ra jî 350 kîlomêtro sînorê wê heye û têkiliyên wê bi herduyan ra jî heye. Gelo ji vî welatî çêtir kî dikare rûdanên li wê derê diqewimin baş binirxîne û fehm bike? Lê hin kes radibin û dibêjin 'em çêtir dizanin, em dikarin binirxînin'' û bi vê mentiqê tevdigerin û dixwazin derbikevin pêş. Ji ber vê ye ku bi ser neketin û nikarin bi ser kevin û wê bi ser nekevin jî. Zû-dereng ew ê mecbûr bên ser gotina me. Heke wisa nebe em ê jî mecbûr gava xwe biavêjin."
- "Em dizanin çekên ku diçin ji kîjan dewletan diçin"
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da wiha got: "Niha di nav PYDyê da hezar û 400 endamên PKKyê hene. Divê ev were dîtin. Ev rastiyek e. Lê mixabin dewletên ku wekî dostên me xuya dikin, berevajiyê vê nîşan didin. Heger alîkariya çekan here jî ji wan diçe. Em dizanin çekên ku diçin ji kîjan dewletan diçin."
- "Mixabin mirovahiyê ev jî dît"
Serokomar Erdogan bal kişand ser hevdîtina li Rûsyayê hat kirin û wiha xeberda: "Mesela hevdîtina dawîn a li Rûsyayê. Hela bifikirin, di nav hiqûqa navdewletan da ciyê vê heye kesekî ku bûye sedema mirina 370 hezar kesî were pêşwazîkirin û xalîçeyên sor bên raxistin. Mixabin mirovahiyê ev jî dît."
Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Derd ew e ku bi tevahî Bakurê Sûriyeyê bi dest bixin. Ez eşkere dibêjim, em Bakurê Sûriyeyê nakin qurbana planên kesî. Lewra ev ji bo me talûke ye. Em wek Tirkiye ji vê talûkeyê ra nikarin bibêjin 'erê'."
Serokomar Erdogan di mijara Nobelê da jî wiha got: "Niha jî meseleya xelata Nobelê derket holê. Filan welatî gotiye 'em dikarin 30 hezar kesî biezimînin' ji ber vê jî ew dibêjin 'em xelata Nobelê bidin wan' niha dest bi vê gotinê kirine. Gelî xwîşk û birayên min, yên ku xelata Nobelê heq dikin ew kesên ku dema meriv diçin ber sînorên wan û deriyên xwe digirin nînin û yên ku heq dikin xwîşk û birayên me yên ji Sûriyeyê ne û gazîantebî û stenboliyên ku li wan xwedî derketine ne. Xwîşk û birayên min ên li Şanliurfayê, Hatayê, Mêrdînê ne, yên li wan dera ne heq dikin."