İbrahim Atmaca
02 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2018
BUENOS AİRES
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Em ê li bakurê Sûriyeyê destûrê nedin tu teşekulên ku ji bo welat û herêma me tehdît e."
Erdogan li Qada Fuarê ya Costa Salgueroyê ku Zîrweya Pêşengên G20î lê hat lidarxistin, civîna çapemeniyê li dar xist.
Erdogan li ser têkoşîna ku Tirkiye terorê ra dide sekinî û got, "Em ê li bakurê Sûriyeyê destûrê nedin tu teşekulên ku ji bo welat û herêma me tehdît e. Em ê weke rojavayê Feratê rojhilata Feratê jî di demeke nêz da ji zilm û îşxala rêxistina terorê ya dabeşker xelas bikin. Em di van mijaran da ji mitefîqên xwe semimiyetê hêvî dikin."
Erdogan li ser krîza Yêmenê jî sekinî û wiha got:
"Divê êdî ji bo qeyrana Yêmenê ya ku ev nêzî çar salan e mezin dibe û dewam dike demildest çareserî bê dîtin. Divê demildest dawî li êşên gelê Yêmenê bê anîn. Serxwebûn, desthilatdarî, yekîtî û yekîtiya axa Yêmenê teqez divê bê parastin"
Erdogan li ser mijara vejena Qibrîsê jî sekinî û got ku mijara vejenê ji bo Tirkiyeyê girîng e û wiha dewam kir:
"Em ê tu carî destûr nedin ku mafên KKTCya ji xwediyên eslî yên çavkaniyên hîdrokarbonê yên li Behra Spî bi emrêwaqiyan bên xesbkirin. Heta ku aliyê Rûm polîtîkayên xwe yên mutecawîz ên ku mafên eslî yên Tirkên Qibrîsê ji nedîtinê tê bidomîne em ê tevdîrên hewce bistînin."
Erdogan ji bo cinayeta Cemal Kaşikçi got ku Tirkiyeyê tu carî ev bûyer wekî mijareke siyasî nedît, ev bûyer ji bo wan cinayeteke namerd e û dê wisa jî bimîne.
Erdogan wiha dewam kir "Ji dema ku haya me ji hedîseyê çêbû pê ve me ji bo ronîkirina cinayetê hemû derfetên xwe seferber kirin. Ev cinayeta ku birêvebiriya Siûdî pêşî înkar kir, pişt re jî hewl da ku şaş nîşan bide û dawiya dawî de qebûl kir bi saya vê helwesta biryardar a Tirkiyeyê derket holê.
Ji kesên ku emrê vê cinayeta hov da heta kesên ku tetbîqkirin hemû berpirsyar dernekevin holê ne mimkûne ku ne alema îslamê ne jî raya giştî ya dinyayê tetmîn bibe."
Erdogan ji bo hevdîtina ku bi Putîn ra kir jî wiha got: "Di encama hevdîtinên ku me kirin de Birêz Pûtîn biryar da ku di mijara vîzeyan de vîze qismî bên rakirin."