Muhammet Kurşun
30 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê pêşwaziya Wezîrê Karên Derva yê Emrîkayê Rex Tillerson kir.
Hevdîtina ku ji bo çapemeniyê girtî hat kirin 2 seet û 10 deqîqeyan dewam kir.
Serokomar Erdogan Tillersonê li ser mijara ji Iraq û Sûriyeyê û paqijkirina DEAŞa rêxistina terorî axivîn.
Di hevdîtinê de pêngavên hevpar yên ku wê bên avêtin hatin rojevê û li ser pêvajoya îadekirina Fetullah Gulenê serkêşê Rêxistina Dewleta Rexber/Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO/PDY) û astengkirina fealiyetên mensûbên FETOyê li Emrîkayê jî sekinîn.