30 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Ev duserîtî dibe pirsgirêk. Ji ber vê duserîtiyê wextê me vala diçe, çareserkirina pirsgirêkan dereng dimîne, geşedana me bipaş dikeve, tiştên me çêkirine yek û yek ji destê me diçin."
Yildirim li Edîrneyê di mitîngê da axivî û bal kişand ser kesên dibêjin nexêr û wiha pê da çû: "Kî dibêje 'nexêr.' Binêrin PKK li dijî derdikeve, FETO şev û roj ji bo 'nexêr'ê dixebite, hin welatên Ewropayê jî dibêjin 'nexêr.' Gelo ev tişteke nayîne bîra we?"
Ji axaftina Yildirim hin sernavên derketin pêş ev in:
"CHP di beyannameya xwe ya hilbijartinê ya 2011an da wiha dibêje, 'Wexta em bibin îqtidar em ê emrê hilbijartinê daxin 21ê.' Me ya baştir kir û daxist 18an. Çima li hember derdikevî?
Partiya muxalefeta sereke, birayê min tu çima li hember derdikevî? Hal ew ku Kiliçdaroglu çi dibêje? 'Min di 1982yan da dengê na da vê destûrê, ango ji bo neyê qebûlkirin ez çûm û min dengê xwe da.' Nexwe baş e em jî wê destûra ku te dengê 'na' dayê diguherînin. Wê demê divê tu ne dengê 'na' lê dengê 'erê' bidî. Tu bi xwe ra dikevî nava nakokiyê. Tu li 82yan mayî, em ji te ra dibêjin 'Tu 82 modêl î', tu hildidî ser xwe lêbelê tu ji wir bihustekî pêşva neçûyî."