22 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2015
Serokwezîr Davutoglu: "Çend roj berê min li Wanê çi got, ez îro li pişt gotina xwe me. Em ê vê gelê teslîmî terora salên 90î mekin, em ê vê gelê radestî JÎTEMa salên 90î mekin. Xwedê şahidê me ye, kî bixwaze vegere salên 90î, em ê li hemberî wan bisekinin. Kî bi hişmendiya salên 90î tevbigere, maf û azadiyên gel tune hisab bike, em ê li hemberî wan bisekinin. Ew gotinên min zora teror û yên ku pişta xwe didin terorê çûne. Lewra ew bêriya salên 90î dikin. Dixwazin ciwanên kurd zêdetir bimirin, zêdetir ciwanên tirk bimirin. Tirk, Kurd û Ereb bibin dijminê hev du."