17 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
PANMUNJOM
Alîkarê Serokê Emrîkayê Mike Pence daxuyand ku sebra wan a stratejîk a ku ji bo çekên nukleerî nîşanî Koreya Bakur didan, nemaye.
Pence di çarçoveya tûra xwe ya parzemîna Asyayê da Herêma ji Leşkeran Hatiye Safîkirin (DMZ) a ku Koreya Başûr û Koreya Bakur ji hev diqetîne, ziyaret kir û daxuyanî da rojanamegeran. Mike Pence diyar kir, rejima Koreya Bakur dest ji çekên nukleerî û fuzeyên balîstîkÎ nakişîne û got, "Heyama sebra stratejîk ya Emrîkayê bidawî hatiye."
Pence got: "Koreya Bakur bi serê xwe û bêperva dixwaze çeka nukleerî çêke. Em dixwazin dest ji vê yekê bikişîne. Herwiha nayê qebûlkirin ku timî fuzeya balîstîkî biavêje û biceribîne."
Pencey di çarçoveya ziyareta xwe ya Asyayê da wê bi serokên Koreya Başûr, Japonya, Endonezya û Awistralyayê ra hevdîtinê bike.
Wezareta Parastina Emrîkayê pêr daxuyanî dabû û wiha gotibû: "Fermandariya Hêzên Pasîfîk A Emrîkayê tesbît û taqîb kir ku Koreya Bakur di 15ê nîsanê da bi saeta Hawaiiyê 11.21ê da fuze avêt."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku fuze li nêzî bajarê Sînpoyê hat avêtin û piştî ku hat avêtin, demeke şûnda teqiya.