Mümin Altaş
27 Adar 2025•Rojanekirin: 31 Adar 2025
Li AK Partiyê bernameya pîrozbahiya Eyda Remezanê eşkere bû.
Di roja duyemîn a eydê da bi serokatiya Alîkara Serokê Giştî ya Berpirsa Têkiliyên Civaka Sivîl û Gel a AK Partiyê Belgîn Uygurê, Parlamenterê Kirşehirê Necmettîn Erkan, Parlamentera Sîvasê Rukiye Toy û Endamê MKYKyê û Şaxa Ciwanan a Navenda Giştî Abdullah Uçan wê pêşwaziya partiyên siyasî bikin.
MHP, HUDA PAR, Partiya Anavatanê, BBP, DSP, ÎYÎ Partî, Partiya Vatanê, DEM Partî û Partiya Rêya Rast wê AK Partiyê ziyaret bikin.
AK Partî jî wê bi 2 heyetên cuda partiyên siyasî ziyaret bike.
Bi serokatiya Parlamenterê Adiyemanê Resul Kurt va Endama MKYKyê ya Şaxa Jinan a Navenda Giştî Saniye Enfiyecî û Endamê MKYKyê ya Şaxa Ciwanan a Navenda Giştî Muhammed Abdulkadîr Kadîrîoglu wê HUDA PAR, BBP, ÎYÎ Partî û DEM Partiyê ziyaret bikin.
Bi serokatiya Alîkarê Serok ê Civaka Sivîl û Têkiliyên Gel Kerem Alî Sureklî va Endama MKYKyê ya Şaxa Jinan a Navenda Giştî Zeynep Unal û Endama MKYKyê ya Şaxa Ciwanan a Nevenda Giştî Şevval Uzkurt jî wê MHP, Partiya Anavatanê, DSP, Partiya Vatanê û Partiya Rêya Rast ziyaret bikin.