Önder Beyter
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 17 Nîsan 2018
TBMM
Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag ji bo pirsa der heqê daxuyaniya Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî a li ser hilbijartina pêşwext da wiha got, "Ez jî bi we ra pê hesiyam. Mijar wê di şaxên rayedar ên partiyê da were nirxandin û daxuyaniyekê were dayîn."
Bozdag li Meclisê bersiv da pirsên rojnamegeran ên der heqê daxuyaniya Bahçelî ya li ser hilbijartina pêşwext da.
Ji bo pirsa rojnamegerekî ya gelo daxuyaniya hilbijartina pêşwext surprîz e an na, Bozdag wiha bersiv da, "Ez jî bi we ra pê hesiyam."
Bozdag wiha dewam kir:
"Kevneşopiyeke AK Partiyê heye ku ew jî hilbijartin di wextê xwe da tên kirin û hilbijartinên 22yê tîrmehê ne tê da hemû hilbijartin di wextê xwe da hatin kirin. Herwiha me berê daxuyandibû ku hilbijartin wê di wextê xwe da bên kirin. Lêbelê daxuyaniya birêz Bahçelî wê di şaxên rayedar ên partiyê da were nirxandin û daxuyaniyeke li gorî wê were dayîn."