ÎSTANBÛL
Parlementerê HDPyê yê Îstanbûlê Ertûgrûl Kurkçu, Perlementera êzdî Viyan Daxila ku di qezaya firokeyê ya li Çiyayê Şengalê de birîndar bibû li Nexweşxaneya Amerîkan a Weqfa Vehbî Koç a ku ew wir tê dermankirin, ziyaret kir.
Kurkçu piştî serdana xwe daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku ji bilî piyê wê yê şikestî û perçiqandina di parasûyên wê de xetereya tenduristiya Daxil tune.
Kurkçu diyar kir ku dermankirina Daxil dê ji bo demekê li serwîsê berrdewam bike û got ku "Di beşa nexweşiyên giran de nîne. Daxil ji eleqeya ku tê nîşandan gelekî kêfxweş e."
Kurkçu da zanîn ku di serdanê de gotin ku ligel gelên ku di bin êrîşa Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de re ne.
Kurkçu parast ku Tirkiye li deriyên ku vedibin Iraqê kontrolên giran û berfireh dike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji penaberên ku pasaporta wan tune re deriyên xwe digire, penaberên ku pasaporta wan hene jî bi hefteyan li bendê dihêle û bi vî awayî ambargoyê dide ser. Ev ambergo binpêkirina mafê mirovan e. Heke hikûmet hîn nebûbe ku mirov ji penaberan pasaportê napirse, nexwe ev tê wê wateyê ku ji têkiliyên navneteweyî tu tişt hîn nebûye. Em dizanin ku sînorên Tirkiyeyê bûne wek kefgirê, milîtanên DÎŞIyê dema bixwazin tên li Tirkiyeyê tên dermankirin û ji bo qetlîamê vedigerin Sûriyeyê. Em dizanin ku bi qasî milyon û nîvekî sûriyeyî li Tirkiyeyê ne. Li gor van hemû tiştan mirov nikare amborgoya li ser êzdî û gelên din fêm bike."
Li gel Kurkçu Serokê HDPyê yê Bajêr ê Îstanbûlê Emrûllah Bîngol jî hat serdanê.