26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2016
ŞANLIURFA
Li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê dilê cotkarekî bi hal û hewalên penaberên sûriyî yên ku di konên bipîne da diman şewitî û li ser erdê xwe xaniyekî ji 6 menzelan pêk tê ava kir, av, ceyran kişand û 6 malbatên penaber tê da bi cih kir.
Îsa Takkuşê (52) ku cotkariyê dike ji bo ezimandina penaberên sûriyî du sal berê li ser erdê xwe xaniyekî ku li serê bi qasî 50 hezar lireyî rûnişt ava kir. Av û ceyran kişandê û xaniyê daşer û serşoka wê jî hebû ji bo mayîna 6 malbatan amade kir.
Takkuş barê xwedîkirina 6 malbatên penaber ên ku tu derfetê wan tunene, ji welatê xwe hatine û li Tirkiyeyê di konan da dijîn hilda ser stûyê xwe û wan di menzelên xaniyê ku ava kir da bi cih kir.
Malbatên ku ji xwe ra kar dibînin û pere qezenc dikin ji wir diçin û malbatên hewcedariya wan heye wir û dimînin. Ev yek ji destpêkê heta niha bi vî awayî dewam dike.
Cotkarê xêrxwaz Îsa Takkuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew pir li ber penaberan dikeve û dilê wî bi halê wan dişewite.
Îsa Takkuş diyar kir ku malbatên ji Sûriyeyê qasî 10 û 30 rojan li odeyan dimînin û wiha got: "Çaxa ku ji xwe ra karekî dibînin an jî li qampê bi cî dibin ji vê derê diçin. Di dewsa wan da jî em dîsa malbatên hewcedar hildidin vê derê. Em dikarin ji vê derê ra bêjin sitargeha demborî. Qasî ku ji destê min tê ez hewcedariyên wan ên xwarin û xurekê jî dibînim. Hin welatiyên xwedîxêr jîalîkariyê didin malbatên ji Sûriyeyê."
- "Me malbatî rihet kir."
Emîne Yûsifa ku di odeyeke ku Takkuş dabû çêkirin da bi 2 zarokên xwe ra dimîne got çaxa ku teyareyan bombe di ser Dêrazorê da barandin tirsiyane û xwe sipartine Tirkiyeyê.
Yûsifê diyar kir ku çaxa hatiye qasî demekê di konekî da maye, ji ber ku hewa êdî sar bû ditirse ku zarên wê nexweş bikevin.
Emîne Yûsifê destnîşan kir ku haya wê pê ketiye ku Îsa Takkuş tiştekî wiha çêkiriye û hatiye vê derê. Yûsifê got ji ber ku li mêrê wê ji xwe ra karek nedîtiye Takkuş ew di vê derê da bi cî kiriye.
Yûsifê wiha got: "Xwedê ji Îsa Takkuş razî be. Deriyê mala xwe ji me ra vekir. Me malbatî rihet kir. Bi îzna Xwedê ku mêrê min ji xwe ra karekî bibîne em ê ji vê derê derkevin."