02 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2017
ANKARA
Ji îro pê ve li hemû bajêran serlêdanên ji bo nasnameyên çîpdar dest pê kir
Di serlêdanan de personelên midûriya nifûsê li ser nimreya nasnameyê ya T.Cyê ya serlêderê jêpirsînê dikin, agahiyên nasnameyê û nasnameya dawî yan jî agahiya kartê nasnameyê tê kontrolkirin.
Di serlêdana ewil a ji bo karta nasnameyê de yek ji belgeyên biwêne yên ku şûna nasnameyan de tên qebûlkirin ên wekî nasname, cuzdana malbatê ya navneteweyî, pasaport, ehliyet, cuzdanê karmendan, karta nasnameyê ya parêzeran, karta nasnameya eskerî yan jî karta çapemeniyê û wêneyekî biyometrîk a li gor standartên ICAOyê tê xwestin.
Di dema serlêdanê de daneyên biyometrîk ên şexsê, şûna tiliyan, şûna demaran a tiliyan, şûna demarê ya nav lepan hem ji destê rastê hem jî ji destê çepê tê sitandin. Dema nekarin ku daneyên biyometrîk ên şexsê bistînin jî sedema wê yekê li pergalê tê qeydkirin.
Di dema serlêdanê de ji bo rastkirina nasnameyê zerfên ku tê de agahiyên PINê û dema ku PIN hat blokekirin PUKa dê vê rake cî digirin tên teslîmkirin.
Kesên ku 15 saliya xwe temam kirine dikarin bi xwe serî lê bidin. Di kartên nasnameyê yên zarokên ku 15 saliya xwe temam nekirine wêne tune lê belê heke serlêder bixwaze dikarin wêneyê zarokên her temenê de li karta nasnameyê bidin.
Serlêdanên karta nasnameya ji ser malpera "https://ekimlikrandevu.nvi.gov.tr" û navenda bangê ya "Alo 199" bi rendewû yan jî bêrendewû li midûriyên nifûsê yên navçeyê, li derveyî welêt jî li nûnertiyên derve tê kirin. "Termînalên Qeydê yên Seyar" jî dê serlêdanên welatiyên ku nikarin biçin midûriyên nifûsê bistîne.
Bihayê kartên nasnameyê li got "Teblîxa Giştî ya Midûriya Giştî ya Muhesebatê" ya ku di 21ê kanûna pêşîn a 2016an de li Rojnameya Fermî hat weşandin de ji 1ê kanûna paşîn a 2017an pê ve ji bilî maweya danezanê ya qanûnî ji ber yên ku ji bo welidandin û guherandinê tên amadekirin 16 lîre, ji bo yên ku tên windakirin tên amadekirin 32 lîre hat tespîtkirin.