Ömer Yasin Ergin
28 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
DIYARBAKIR
HUDA PARê, biryar da ku di hilbijartina serokkomariyê de piştgiriyê bide Serokê Giştî yê AK Partiyê û namzedê serokkomariyê Recep Tayyip Erdogan
Partiya ku wê bi logoya partiyê beşdarî Hilbijartina Parlamenteriyê bo heyama 27emîn bibe, digel rêveber û berpirsên xwe kesê ku dê di Hilbijartina Serokkomariyê de destek bikin nirxandin.
Li gor agahiyên ku ji berpirsên partiyê hat wergirtin, di nirxandina dawîn a Lijneya Îdareya Giştî ya partiyê de biryar hatiye dayîn ku di Hilbijartina Serokkomariyê de piştgiriyê bidin Recep Tayyip Erdogan
Tê çaverêkirin ku Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz seet 14.30an biryarê bi raya giştî re parve bike.
- Ji HUDA PARê biryara piştevaniya Serokomar Erdogan
Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz:"Me biryar da û em ê piştgiriya brêz Recep Tayyîp Erdoganê ku diyar kir wê Pergala Hikûmeta Serokomariyê bidomîne, bikin"
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Mehmet Yavuz ragihand ku ew ê di hilbijartinên 24ê hezîranê da piştgiriya Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku diyar kir wê Pergala Hikûmeta Serokomariyê bidomîne, bikin.
Yavuz di civîna çapemeniyê ya li Serokatiya Parêzgeha Stenbolê ya partiya xwe da diyar kir ku bingeha hilbijartina Serokomariyê ya ku wê 12ê hezîranê were kirin, di 16ê Nîsana 2017an da bi referandumê va hat avêtin.
Yavuz destnîşan kir ku Pergala Hikûmeta Serokomariyê ji bo mercên welat ji pergala parlamenteriyê çêtir e û lewma wan piştgiriya avakirina vê pergalê kir û wiha dewam kir:
"Ji bo ku ev pergala nû li ser bingeheke rast û dirust were avakirin me wekî partî di referanduma 16ê nîsanê da helwesteke birêgez nîşan da û niha em vê helwesta xwe didomînin. Di vê çarçoveyê da me biryar da û em ê piştgiriya brêz Recep Tayyîp Erdoganê ku diyar kir wê Pergala Hikûmeta Serokomariyê bidomîne, bikin."