İbrahim Atmaca
20 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2019
ÎZMÎR
Mihrîcana Gulaşa Deveyan a Selçûk Efesê ku wek Kirkpinara gulaşa deveyan tê binavkirin, cara 37emîn hat lidarxistin.
Bi piştgiriya Şaredariya Selçukê va Komeleya Çanda Devekariyê ya Selçuk Efesê û Gulaşên Deveyan li Sehaya Gulaşê ya Pamucakê festîval li dar xist û ji bajar û navçeyên cuda bi tevahî 120 deveyan gulaş girt.
Kesên ku gulaşa deveyan meraq dikirin, seba temaşekirinê serê sibê pê va derketin gir û berwaran ku gulaşê temaşe bikin.
Welatiyan him gulaşa deveyan temaşe kir, him pîknîk kir.
Hin welatiyan def û zirne lê dan û zeybek leyîstin.