28 Hezîran 2016•Rojanekirin: 29 Hezîran 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku di nameya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ji ber balafira eskerî ya Rûsyayê ya di mijdara 2015an da ketibû ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ra şand da îfadeya lêborînê teqez tuneye.
Çavkaniyên Serokomariyê ragihandin ku di nameyê da ji bo malbata pîlotê mir sersaxî hatiye dayîn û hatiye gotin ku "bila li qisûrê mêze nekin"
- "Îfadeya tezmînatê cih nagire"
Çavkaniyan destnîşan kir ku ew li ber ketin ne ji bo dewletê ji bo malbatê hatiye îfadekirin lê di nameyê da îfadeyeke weke ku wê tezmînatê bidin malbatê teqez tuneye.
- "Pozîsyona Tirkiyeyê wê neguhere"
Heman çavkaniyên ku der barê nameyê da agahî dan gotin ku pozîsyona Tirkiyeyê ya di mijarên wek Sûriye, Ukrayna û Kirimê da wê neguhere û ji nameyê hevoka: "Lê di van mijaran da êdî rasterast bi Rûsyayê ra wê hevdîtin bê kirin û emê bikaribin mudaxilê meseleyan bibin" dan.
Çavkaniyên Serokomariyê bal kişandin ser aboriyê û gotin ku bi rûdanên nû va astengiyên li ser turîzmê yên li ser Tirkiyeyê wê rabin û kirdariyên li ser xwarin, xurek û fêkiyan jî wê li pey wê bên.