28 Hezîran 2016•Rojanekirin: 29 Hezîran 2016
ANKARA
Li Kulliyeya Serokomariyê seba esnafan fitar hat dayîn. Esnafên ji kar û pîşeyên cuda yên mîna kamyonvan, texsîvan, xurdekar, berber, textevan, bufevan, pastepêj û kalorîferkar beşdarî bernameya fitarê bûn.
Ajovanên texsî, dolmîş û otobusan ên ku hatin fitarê, wesayîtên xwe li ser Cadeya Alparslan Turkeş a li pêşiya Kulliyeyê park kirin.
- Şîrê xwe dabû bebika 33 rojî
Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Alapliya Zonguldakê Ozan Ozlucan ê ku piştî fitarê xwebexş xizmeta mianeyê dide welatiyên birojî yên ku di nava saetên mesaiyê da zehmetiyê dikişînin û nikarin biçin polîklînîkan, Bijîjka Pispor Filiz Demîr a ku li Nîgdeyê midaxaleya ewil kiribû û şîrê xwe dabû bebikeke 33 rojî ya ku di qezayekê da dê, bav û birayê wê miribûn, ajovanê otobusê Latîf Sînan Ocak ê ku li Erzincanê jina ku di otobusa şaredariyê da krîza dil derbas kir gihand nexweşxaneyê û hesinkar Salih Kaplanê ku li Qeyseriyê li kêleka ocaxa 90 pile germ rojiya xwe digire jî di fitara li Kulliyeya Serokomariyê hatin ezimandin.