20 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2016
HELEB
Li Sûriyeyê Dabika ku Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) di çarçoveya Operasyona Mertala Firatê de ji DEAŞa rêxistina terorê rizgar kir li bendê ye ku ji mayîn û teqemeniyên bidestçêkirî bê paqijkirin.
ASA bi piştgiriya Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) a ji asîmanan û bejayê bakurê Helebê ji DEAŞê paqij dike û yekşema borî jî gundê Dabik bi dest xistibû.
Li Dabiqa ku AAyê ji asîmanan dîmenên wê kişandin bêdengî heye.
Dema ku şervanên ASAyê ketin Dabiqê vir ve gelek mekanîzmayên bombeyê dîtin ji ber wê jî destûr nayê dayîn ku sivîl vegerin herêmê.
- "Heta goristan teqemenî tijî ye"
Ebû Esedê fermandarê sehayê yê ASAyê yê ku ewil ew ket Dabiqê got ku "Baxçeyên zeytûnan, mal, rê, peyarê heta goristanan her dem tijî teqemenî ye. Ji bo ku gel vegere malên xwe divê demildest ev bên îmhekirin."
Esed xwest ku ji Tirkiyeya ku di têkoşîna dijî DEAŞê de dest didin destê hev ji bo îmhekirina teqemeniyan perwerdeyê bide şervanên ASAyê.
Fermandarê ASAyê xwest ku ji bo temîrkirina malên ku di pevçûn û teqînan de xisar dîtin û başkirina rewşa mirovahiyê ji saziyên arîkariyê piştgirî xwest û wiha axivî:
"Çeteyên Bexdadî xwestin ku ji ser gundê Mercîdabiqê dinyayê bixapînin lê bi ser neketin. Ji bo ku sûriyeyiyan bikujin ji derve gelek mirov anîn. Niha Dabiq azad e. Karê me hêj bi çeteyên Bexdadî re neqediyaye."
Navê şaxeke weşanê yê DEAŞê Dabiq e û Dabiq ji bo rêxistinê xwedî girîngiyeke sembolîk e. Rêxistin wisa bawer dike ku li Dabiqê di şerê ku "Dê bi hêzên bawer dike ku misilman nînin re bike" "qiyamet" dest pê bike.