26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
ANKARA
Wezîrê Tendûristiyê Recep Akdag di qada tendûristiyê da rewşa berê li Tirkiyeyê hebû biîrxist û wiha dewam kir: "Heta sala 2002an ji sedî 90ê nexweşxaneyan weke qawîşan bûn û nexweş li van qawîşan diman. Mirovek dema nexweş be dixwaze li odeyeke taybet bimîne. Ji ber vê jî ji bo nexweş rihet tevbigere divê wî li odeyekê tenê razînin. Nexweşxaneyên Bajêr ji vê fikrê derket. Di van nexweşxaneyan de nexweş dê rihet tevbigere."
Wezîrê Tenduristiyê Akdag bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) ye, rojevê nirxand û bersiva pirsên edîtor û nûçegihanan da.
Wezîrê Tenduristiyê Akdag ji bo sîstema Serokomariyê da got ku li holê nîqaşeke teknîkî tune û wiha pê da çû: "Niqaşeke polîtîk heye. Her kes dizane ku guherîna rejimê nayê kirin. Partiya Gel a Komarê (CHP) jî vê baş dizane. Fikareke wan tenê heye ku ew jî 'wek CHP em serokekî, serokomarekî, serokomarekî bipartiyî nadin hilbijartin' e. Ew vê tenê dizanin. Nikarin bidin hilbijartin, lewra doza wan bi gel re heye. Ji sala 1940î pê ve bi gel re pirsgirêka wan heye. Li gor wan gel girseyeke ku divê bê guherîn. Li gor me jî gel girseyek e ku divê ji wê emir bê hildan, ji wê telîmat bê hildan, îradeya wê di rêvebiriyê de hebe û xizmeta wê divê bê kirin."
Wezîr Akdag der barê guherîna Qanûna Bingehîn da jî got:"Serokomarekî ku ji hêla gel va hatiye hilbijartin û wê bi îstiqrar pênc salan xizmetê bike, rêhevalên wî hilbijartine, wezîrên wî hilbijartine û ewê bi serokomar re di nav pênc salan de xizmetê bikin, ev hemû tişt wê leza me zêde bike."