Haydar Şahin
21 Hezîran 2018•Rojanekirin: 22 Hezîran 2018
ANKARA
Di roja 7an a Kupaya Dinyayê ya FÎFA 2018an da 3 pêşbirk hatin lîstin.
Portekîza ku bi gola Cristiano Ronaldo va 1-0 ji Fasê bir ji pêşbirka duduyan Koma Byê 3 puan sitand. Ronaldoyê 33 salî di kariyera xwe ya taxima neteweyî da gola 85an avêt.
Ronaldo bi vê gola dawîn va rekor hilda destê xwe.
Di pêşbirka komê ya din da jî Îspanyayê bi gola Dîego Cosa va 1-0 ji Îranê bir.
Fasa ku di herdu pêşbirkên Koma Byê da jî ji turnuvayê ket.
- Rûsya û Uruguay ji komê derketin
Di Koma Ayê da jî Uruguay û Erebistana Siûdî derketin hemberî hev. Uruguayê bi gola Suarez va 1-0 ji Erebistana Siûdî bir.
Di encama pêbirkên koman da Uruguay û Rûsyayê 6 puan sitandin û derketin tura ser. Erebistana Siûdî û Misra ku tu puan bi dest nexistin jî xatirê xwe ji turnuvayê xwestin.
Bername
Pêşbirkên Kupaya Dinyayê yên ku di 21ê hezîranê da werin lîstin jî (li gor saeta herêmî ya Tirkiyeyê) ev in:
Koma Cyê
15.00 Danîmarka-Awistralya (Samara Arena - Samara)
18.00 Fransa-Peru (Ekaterînburg Arena - Ekaterînburg)
Koma Dyê:
21.00 Arjantîn-Xirvatistan (Stada Nizhny Novgorodêı - Nîzhny Novgorod)