Türkan Tosun
07 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
AGRI
Li Agiriyê welatî givîj, şîlan û karçînên li deşt û çiyayan berhev dikin ku zivistanê wan wek fêkî bixwin.
Li gundên Gozaydin û Çerkezê yên li ser navçeya Elaşgirê givîj, şîlan û karçînên xwe bi xwe hêşîn dibin ji aliyê welatiyan ve tên berhevkirin.
Kesên van fêkiyan berhev dikin wan tînin malê, qismeke wan ji bo zivistanê ziwa dikin û qismeke fêkiyan jî dikin xoşav.
Taner Kazak got ew bi zarokên xwe va fêkiyan berhev dike û wiha axivî: "Berhevkirina van fêkiyan pir zehmet e, lê em salê carekê bikêf vî karî dikin. Em him li xwezayê ji xwe ra digerin û him jî van fêkiyên ku xwe bi xwe hêşîn dibin ji bo zivistanê berhev dikin.
Mehmet Koymenê ji Xorasana Erziromê hatiye Agiriyê jî wiha got: "Em bi malbatî her sal tên li vir, him kêf û şahiyê dikin û him jî fêkiyên zivistanê berhev dikin. Demsal hindik maye biqede, lê hê jî karçîn û şîlan hene. Îsal bi taybetî şîlan pir bi bereket e."