Abdullah Tel
07 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
MARDÎN
Bajarê Mêrdînê ku bi çand û dîroka xwe mîna muzeyeke servekiriye di mehên payîzê da jî bala tûrîstan dikşîne ser xweşiyên xwe.
Eleqeya li ser Mêrdîna ku piştî hizûr û aramiya di salên dawîn da pêk hat ji ber hebûna mizgeft, medrese û dêrên dîrokî û kuçeyên wê yên teng va zêdetir bû.
Ji destpêka serê salê heta serê vê mehê yanî di nav 9 mehên îsal da milyon û 400 hezar tûrîst ezimand.
Tê payîn ku heta dawiya salê hejmara tûrîstên xumalî û biyanî yên ku bên Mêrdîna wek nûnerê xweşbîniya Anadoluyê ye bigihîje 2 milyonî.
Gonul Bîngol a ku ji bo dîtina Mêrdînê ji Enqereyê hatiye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber hatina xwe ew gelek kêfxweş bû û wiha pê da çû: "Ez bi qasî 9 sal berê hatibûm vê derê. Li gor wê demê bajêr gelek pêşva çûye. Ez ji vê gelek kêfxweş bûm û dixwazim ku bila herkes bê û Mêrdînê bibîne."
Sati Gultekîna ku di çarçoveya gera GAPê da hatine bajêr jî got: "Li bajêr niha hizûr heye. Ev cara duyemîne ku ez têm û gelek xweş e."
- Esnafên bajêr ji halê xwe razî ne
Esnafên li Mêrdînê ne jî ji çûn û hatina tûrîstan gelek razî ne lewra ji esnafan Ridvan Gorgulu destnîşan kir ku hatina tûrîstan ji serê meha nîsanê dest pê dike, heta dawiya salê dewam dike û wiha domand: "Di sala 2014-2015an da rewş baş bû ez hêvîdarim hejmara tûrîstan wê ji wê demê zêdetir bibe. Di salên pêş me da wê çêtir bibe. Îsal ji welatên din jî tûrîst hatin bajarê me. Kesên tên serdanê bi dilekî xweş û ji me razî ji bajêr diçin."