01 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Li 13 gundên Lice û Haniya navçeyên Diyarbekirê ji ber operasyonên li dijî PKKya rêxistina terorê derketina derva hat qedexekirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê li dorbera Lice û Haniyê ji bo girtina endamên rêxistinê û îmhekirina sitargeh, baregeh û kozikên rêxistina terorê wê operasyon bên kirin.
Hat diyarkirin ku ji bo ewlehiya can û malê welatiyan li Bîrlik, Şenlik, Abali, Ergînkoy, Tuzlakoy, Çeper, Durukoy û Daralana gundên Liceyê û li Topçular, Yukari Turali, Kalaba, Serenkoy û Uzunlara gundê Haniyê heta emrekî din derketina derva hatiye qedexekirin û qedexe îro di saet 05.00an da dest pê dike.