Haydar Şahin
06 Mijdar 2018•Rojanekirin: 07 Mijdar 2018
BATMAN
Li Gercuşa navçeya Batmanê bi sarbûna hewayê ra gelê navçeyê ji bo amadehiyên zivistanê dest bi qelandina goşt kir.
Gelê Gercuşê hetanî nika salçe, dims û bîberên hişkkirî amade kirin û nika jî bo qeliyê binê qazanan dadan.
Goştê di qazanan da tê qelandin paşê ji bo sar bibe datînin kêlekekê. Piştî ku goşt sar dibe jî dixin kup an jî bîdonan û di cemedangan da vedişêrin.
Dema dibe zivistan jî gel ji cemedangan goştê xwe derdixe û datîne ser sifreya xwe.
Ramazan Atilganê ji gelê navçeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bibenebe ji bo zivistanê qeliyê çêdikin û zivistanê bêyî qelî derbas nakin.
Atilgan wiha axivî: "Em her sal di çarçoveya edetên xwe da ji bo zivistanê qeliyê çêdikin. Em di nîsan û gulanê da golikan dikirin û xwedî dikin. Em di serê mijdarê da jî golikên xwe serjê dikin û dixin qelî.
Emîn Budak jî got hewa ronî dibe binê qazanên xwe dadidin û wekî şahiyê qeliyê çêdikin.
Budak destnîşan kir ku her sal di nîsan û gulanê da golikan dikirinî wan diçêrînin lêbelê qet yêm nadin wan û bi awayê tebiî xwedî dikin.
Budak got ku qeliya wan zehf bi tehm e û wiha pê da çû: "Ji ber ku ji heywanên xwe çêdikin qeliya me naşibê ya bazaran. Qeliya me zehf bi tehm e."