02 Hezîran 2016•Rojanekirin: 03 Hezîran 2016
HAKKARÎ
Li Hekariyê komek çiyager ji bo ku tevkariyê bidin danasîna bajêr hilkişiyan Çiyayê Sinbilê.
Di çalakiya ku bi destê Nûnertiya Hekariyê ya Federasyona Çiyageriyê hat lidarxistin da yekê wan welatiyê DYAyê komeke ku ji 6 kesan pêk tê li tanga Depînê dest bi hilpaskbûnê kirin.
Çiyager piştî 15 saetan xwe gihandin tujika çiyê ya ku bilindahiya wê 3 hezar û 487 metre ye, demekê bîna xwe sitandin û paşê ji çiyê peya bûn.
Nûnerê Bajêr ê Federasyona Çiyageriyê Nacî Ertunç diyar kir ku ji bo hilkişandinê hemû amadehiyên xwe pêşda kiribûn û hilpaskbûneke zor temam kirin.
Ertunç diyar kir ku di çarçoveya xebatên danasînê da hilpaskî çiyê bûn û wiha got: "Me amûrên xwe yên qampê û yên teknîkî bi xwe ra bir wê derê. Ji ber barê giran me di nav keviran da tengasî kişand û di nav 10 saetan da xwe gihande ciyê qampa xwe. Me li vê derê konên xwe vegirtin û destê sibê dîsa dest pê kir hilpask bûn. Piştî 5 saetan me xwe gihande tujika çiyê. Em qasî saetekê li wê derê sekinîn û paşê jî peya bûn."
Ertunç got armanca wan ew e ku sirûşta bajêr bi Tirkiye û dinyayê bidin nasîn ji bo vê jî girîngiyê didin çalakiyên wiha.
Tarik Bunyamîn Kayayê çiyager jî diyar kir ku Bryan Keîthê welatiyê DYAyê jî bi wan ra hilpaskî çiyê bû û çiyayên herêmê ji bo çiyageriyê zehf misaît in. Kaya got ku kêfa wî bi vê hilpaskbûnê hatiye û wisa pîlan dike pey vê jî tevlî çalakiyan bibe.