13 Hezîran 2017•Rojanekirin: 14 Hezîran 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê wê germahiya hewayê 2-4 pile zêde bibe.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li tevahiya herêmê wê germahiya hewayê 2-4 pile zêde bibe.
Li herêmê bi şev hewaya herî sar li Erdexanê 8, li Qers û Agiriyê 9, li Erziromê 10, li Erzincanê 11, li Tunceliyê 13 û li Îdirê 19 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin hewaya herî germ jî li Îdir û Tunceliyê 33, li Erzincanê 30, li Agirî û Erziromê 26, li Qersê 25 û li Erdexanê 22 pile be.