28 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2017
TUNCELÎ
Hat ragihandin ku 3 xebatkarên leşkeriyê yên ku li Tûnceliyê di operasyona dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO/PDY) da hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku bi biryardarî xebatên li dijî endamên FETOyê yên ku ketine saziyên dewletê didomînin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di operasyonên ku di vê çarçoveyê da hatin kirin da cendirmekî bînbaşî, binefserek û karmendekê teknisyen hatin binçavkirin, şikbar derxistin mihkemeyê û hersê jî hatin girtin û şandin girtîgehê.