Sevim Hatun
05 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
HAKKARÎ
Li Yuksekovayê di meha Remezanê de li mizgeftan kevneşopiya muqabeleyê berdewam dike.
Kevneşopiya muqabeleyê ya ku bingeha wê bi hevdu re Qur'anxwendina Hezretî Mihemmed û Hezretî Cebraîl e, li Yuksekovayê dewam dike.
Li mizgeftên navenda bajêr welatî bi minasebeta meha Remezanê Qur'anê dixwînin, nimêj û dia dikin.
Melayê Mizgefta Îhsaniyeyê Abdurrahman Akdogan got ku di Îslamiyetê de edeta muqabeleyê xwedî ciyekî girîng e.