24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
ANKARA
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal der heqê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da wiha got, "Ji kêliya ku operasyonê dest pê kir vir va piyase li hemberî vê geşedanê aram in. Daneyên çi di borse, çi di piyaseya dovîzê, çi jî di piyaseyên fînansî da xuya dibin, didin nîşan ku îstiqrarê dewam bike."
Wezîr Agbal li Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) bersiva pirsên edîtor û nûçegihanan ên têkildarê rojevê da, geşedanên vê axiriyê nirxand.
Agbal bal kişand ku Tirkiyeyê mafên xwe yên ku xwe dispêrin hiqûqa navneteweyî emiland û ji bo aramî û îstiqrarê dest bi operasyona li herêma Efrînê kir û wiha dewam kir, "Civaka navneteweyî û gelek welatî jî di daxuyaniyên xwe da piştgiriya vê operasyonê kirin. Operasyon bi serfirazî dewam dike. Xwedê alîkariya artêşa me bike û rehma xwe li şehîdên me bike."
Wezîrê Agbal bandora Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya li ser aboriyê jî wiha nirxand, "Ne mimkun e ku ev operasyon li ser aboriyê tesîreke neyînî bike. Ji kêliya ku operasyonê dest pê kir vir va piyase li hemberî vê geşedanê aram in. Daneyên çi di borse, çi di piyaseya dovîzê, çi jî di piyaseyên fînansî da xuya dibin, didin nîşan ku îstiqrarê dewam bike.
Di sala 2018an da wê tesîreke erênî li ser hêviyên aboriyê bike. Bêîstiqrarî û rageşiyên jeopolîtîk ya li Sûriyeyê wê tesîreke neyînî li heviyên aboriyê bike. Tirkiye bi biryardarî operasyonê dimeşîne. Wekî ku her kes hêvî dike serkeftî bibe û ji ber ku hêvî jî di vî warî da ne rîsk û talûkeyên di vê mijarê da wê ji holê bên rakirin."
Wezîrê Darayiyê Agbal bal kişand ku lêçûnên makîne û techizatan her ku diçe zêde dibe û wiha axivî, "Darayiya giştî ji aliyê mezinbûna aboriyê ve bi taybetî di bacê de wê unsûrên piştgir ava bike. Divê em sala 2018an ji bo mesrefa techîzata makîneyan hin verastkirinan bikin, wisa xuya dike, der barê vê mijarê de me amadehiyên xwe temam kirine."
Herwiha Agbal diyar kir ku ewê ji bo îstixdamê qanûneke komî amade bikin û wiha got, "Di 2018an da em dixwazin ji bona teşwîqkirina veberhênan û îstixdamê qanûneke komî di demek nêz da bişînin Meclisê."
Agbal ji bona lîstikên şensê yên qanûnî jî wiha got, "Xebatên teknîkî yên ji bona zêdekirina rêjeya îkramiyeyê dest pê kirin."