Abdullah Tel
17 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2019
COX'S BAZAR
Misilmanên Arakanî yên ku artêşa Myanmarê û komên Budîst fermana wan derxistibûn ji bo xwe xilas bikin ji mecbûrî koç kirin lê ew nikarin wan rojên xwe yên perîşaniyê ji bîr bikin.
Nêzî milyon û 500 hezar Misilman ji ber zilm, tehdayî û zordestiya li Arakanê hat serê wan reviyan û niha jî li kampên Cox's Bazara bajarê Bangladeşê dinav şert û mercên zor û zehmet da jiyana xwe didomînin.
Arakanî ji ber bûyerên hatine serê wan û bobelatên bi çavên serê xwe dîtinê dibêjin ku heta temînatên ewlehiyê neyên dayîn ew venagerin ser mal û milkên xwe.
Rohîngyayiyên rastî êrîşên artêşa Myanmarê û komên Budîst har hatin wan rojên perîşaniyê ji bîr nakin. Di wan êrîşan da ji Rohîngyayiyan bi hezaran dê, bav, xwîşk, bira û zarok hatin kuştin.
Ji wan mexdûran yek jî Zafer Îslam e ku dê û bavê wî ji hêla artêşa Myanmarê bi gulebarandinê hatine kuştin. Îslam daxuyanî da û diyar kir ku ew sal û nîvek berê xwe spart Kampa Penaberan a Kutupalong a li bajarê Cox's Bazarê û wiha pê da çû: "Dema em ji malê derdiketin eskerên Myanmarê gule berî dê û bavên min dan û ew kuştin. Em ji ber êrîşan reviyan. Ez, xwîşka min û xanim û tevlî sê zarokên min li vê derê dijîn. Ne mimkun e ku ez wan rojan ji bîr bikim."
Malbata Ruhlamin-Anuar Begomê jî ku xwedî 2 zarokan e ji bo li kampê jiyana xwe bidomînin hewl didin. Ew ji bo ku bigihêjin kampê bi qasî hefteyekê meşiyane ji Çemê Nafê derbas bûne û bi zorê û heft bela xwe gihandine kampê.
Anaur Begomê diyar kir ku ew di xaniyê ji bambuyan hatiye çêkirin da dimînin û wiha pê da çû: "Em bi xêra alîkariyên Tirkiyeyê li vê derê li ser xwe ne. Wan em ji bîr nekirin û alîkariyê didin me."
Amir Hiseyînê 55 salî ku 6 zarok û neviyê xwe jî gihandiye xwe û piştî meşa hefteyekê gihîştiye kampê got: "Em ji Arakanê qefleyeke ji 500-600 kesî pêk dihat ra derketin rê û hatin vir. Em di mala ku Tirkiyeyê da çêkirin da rûdinên. Bi alîkariyên ji Tirkiyeyê tên va jî zikê xwe têr dikin."
Mihemed Nurê 64 salî ku tevî xanim û 4 qîzên xwe piştî meşa 12 rojan xwe gihand kampê jî got ku him li Arakanê û him jî di dema koçê da gelek xizmên wî mirin.
- Li kampê jiyan
Rohîngyayî digel ewqas zehmetî û perîşaniyên hatin serê wan li kampê jiyana xwe ya rojane didomînin. Ji wan qismek bi tevr û bêran rê çêdikin, qismek di înşeatan da dixebitin û rojê bi qasî 50-100 takayî (6-12 lire) qezenc dikin. Hin kes jî diçin ji navenda bajêr xwarin û xurek tînin û li kampê difiroşin.