08 Hezîran 2016•Rojanekirin: 08 Hezîran 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan "Qanûna Der heqê di Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê de Guherîn' a bi nimreya 6718ê tesdîq kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê hat dayîn Erdogan Qanûna bi nimreya 6718 a pêş dibîne ku der heqê rakirina destlênedayîna rêzikdanînê ya parlementeran de di Destûra Bingehîn de guherînê bike, li gor firqeya yekemîn a madeya 89emîn a Destûra Bingehîn û benda (a) ya firqeya duyemîn a madeya 104emîn ji bo ku bê weşandin ji Serokwezîriyê re şand.
Qanûna ku Serokomar Erdogan tesdîq kir pêş dibîne ku madeyekî berwext li ser destûra bingehîn zêde bike.
Li gor vê der heqê parlementerên ku der heqê wan di dosyeyên rakirina destlênedayîna rêzikdanînê giha ne meqamên ku rayeya wan a lêpirsînê heye, serdozgeriyên komarê û Wezareta Edaletê, Serokwezîriyê, Serokatiya TBMMyê û Serokatiya Komîsyona Têkilhev a ku ji endamên Destûra Bingehîn û Komîsyona Edaletê ve pêk tê de dê ji aliyê dosyeyan de madeya 83yemîn a Destûra bingehîn a ku "destlênedayîna rêzikdanînê" verast dike hikmê "Parlementerê tê îdiakirin ku beriya hilbijartinê yan jî piştî hilbijartinê sûcek kiriye de heta ku biryara Parlementoyê nebe nayê girtin, nikarin jêpirsîn bikin, bigirin û bidariznînin" dê neyê tetbîqkirin.
Piştî ku verastkirin ket meriyetê pê ve di nav 15 rojan de dosyeyên der heqê rakirina destlênedayînan da ên li Seroaktiya Komsîyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Têkilhev, Serokatiya TBMMyê, Serokweziriyê û Wezareta Edaletê dê îadeyê meqamên eleqedar bikin.
Verastkirin dê di dîroka weşanê de bikeve meriyetê.